تبلیغات
علمی، فلسفی، تاریخی، تئاتر،باستان شناسی، آموزش، دانش آموز، کودک و ...

علمی، فلسفی، تاریخی، تئاتر،باستان شناسی، آموزش، دانش آموز، کودک و ...
شرایط مهم نیستند،بلکه نوع تفکر و عمل در شرایط مختلف زندگی ما را رقم می زند 

Çavên min korên,

Zimanê min lale,

Destên min koç,

Lingê min şil,

Lê çima ez her te dibînêm


Hizrên te distirêm

Bo te dinivîsêm

Û di rêya te de dimeşim.

çave xwe veke,

Ka binêre,

Bahozê paîzê,

Ji gel xwe difikre,

Şikandye per û baskên hizrên te.

Lê çima?!

Çima?!

Dema ko dengê te tê

Befra zinaran diherike,

Tîrêjên zivistanê kolîlk dide

Pîre paîz,

Hêç Hêç dikene,

Li  keyfa şabaşa newrozê dide.

Lê to qey napirsî çima?!

Lê to qey napirsî?

Çima xişe xişa xezalan,

Ev dengê xweş,

Bo te bibo êş û elem.

Lê tu qey napirsî?

Çima bêhna rihanên destê te,

Bibo kîmyaî,

Û pîre paîz xef dikir.

Lê to qey napirsî

Dema te cilên me,

Bi rengê boharî dineqişand,

Mare sor, bo maç kirna te rêz dibon.

Dema ko te bi zimanê şîrîn,

Digot heval, heval

Kundê  heram,

Li ser çiqlê daran dihelnîşt.

Lê  tu qey napirsî çima?!

Dema ko destê  te bibo sîber,

Ser serê me,

Paîz paîz bu

Ne ev paîza sar,

Ko bi şivşîrê kenîyê,

Henekên xwe me dike.

Rabe

Çavên xwe weke

Bêje min eve xeyale

Xeyalek pir êş û direvîn

Ha, ka rabe

Vek her demê

Bi dengek aşkira

Û bê tirs

Hizrên xwe bine ser ziman.

Te ji bîre?

Dema pîre hebîlûk,

Hêrişê me dikir,

Te em digirtine bin çenbera xwe.

Pîre paîz difikre,

Hizren te çilmisîn.

Lê qet nizane

Sêvîyên te

Di landika jîyanê de

Bihna boharê dimijin

Bi kolîlka dilîzên

Û bi rengê xebatê

Hizrên boharî dineqşînên.

Mizgîn ji te

Ez saxim

Em saxin,

Û hizrên te,

Saxin,saxin, saxin

                                       Darsêv       1392/10/05

Pêşkêş bi riha paqijê endazyar vecdî hatemî




طبقه بندی: اشعار من،
[ پنجشنبه 5 دی 1392 ] [ 10:51 ب.ظ ] [ فخرالدین برزنجی ( دارسو ) ]
.: Weblog Themes By Iran Skin :.

درباره وبلاگ

آمار سایت
بازدیدهای امروز : نفر
بازدیدهای دیروز : نفر
كل بازدیدها : نفر
بازدید این ماه : نفر
بازدید ماه قبل : نفر
تعداد نویسندگان : عدد
كل مطالب : عدد
آخرین بروز رسانی :